H’emû nûçeSereke

Me’zlûm E’bdî bona alîk’arîya bo K’urdistana Sûrîyayê r’azalixî e’lamî serokê K’urdistanê kirîye

Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Me’zûlm E’bdî e’lam kirîye,wekî serokê Herêma K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî dezgehê bona têstkirina koronavîrûsê şandîye K’urdistana Sûrîyayê, R’ojavayê. “Ez r’azalixîyê e’lamî serokê Herêma K’urdistanê birêz Nêç’îrvan Barzanî dikim, bona bersiva wîye lez, piştî hîvîkirina meye bona şandina dezgehê têstkirina koronavîrûsê û usa jî bona ce’dandinên wîye bo piştgirîya nava şer’k’arîya dijî koronavîrûsê”,-Me’zlûm E’bdî T’wîttêrêda nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button