H’emû nûçe

Serokbajar’ê şeherê ŞAY-yî Glêndêlêyî nû dîsa ermenîye

Endamê seroketîya bajar’ê ŞAY-yî Glêndêlê Vrêj Ag’acanyan 13-ê nîsanê ji alîyê endamên şaredarîyêye mayînda çawa serokbajar’ê Glêndêlê hatîye hilbijartinê.Ag’acanyan li vê qulixêda wê cîyê xwe dewsa serokbajar’ê berê Ara Nacaryan bigre.Em bêjin,wekî Vrêj Ag’acanyan berê e’wlin li wê qulixêda tê bijartinê.Girêdayî wê yekêr’a konsûlê Ermenîstanêyî li Los Ancêlêsê Armên Baybûrdyan ew pîroz kirîye û açixî bo wî xwestine. Vrêj Ag’acanyan berê sedirê serwêrtîya Glêndêlêye avaya bûye.Ewî usa jî cîyê xwe qulixa endamê şêwira serokên fir’egeha li wir girtîye. Bi sala ser hev ew fonda p’erwerdêda jî xebitîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button