H’emû nûçe

Wextê prosêsa meh’kemê bin k’etîye:serokê polîsîya berê Vladîmîr Gasparyan gerekê mîlîonek 9OO h’ezar dolarî bide

Serokê polîsîya Ermenîstanêyî berê Vladîmîr Gasparyan gerekê 9OO mîlîon diramî /nêzîkî mîlîonek 8OO h’ezar dolarî/ bide Ag’asî Danîêlyan. Qirara wî cûr’eyî meh’kema Yêrêvanê qebûl kirîye. Ag’asî Danîêlyan xudîyê mala Gasparyane nihaye.Ew avayî nêzîkî parka “Haxt’anak'”-ye. Danîêlyan sala 2O18-a e’rze daye meh’kemê, û şikyatê xwe kirîye, ku Gasparyan bona malê p’ere nedane.Wextê k’ir’îna mal-avayî, mal ser navê xwesîya Gasparyan hatîye nivîsarê. Dehê meha nîsanê meh’kemê qirar qebûl kirîye, ku şikyatê Ag’asî Danîêlyan bide r’azîkirinê. Xêncî 9OO mîlîon diramî, Gasparyan gerekê 18 mîlîon diramî jî bide byûcêya dewletê. H’etanî wî çaxî hebûna Gasparyan wê bê qer’imandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button