H’emû nûçe

Li cem 44 merivên başqe jî nexweşîya koronavîrûsê îzbat bûye:h’ejmara nexweşa gihîşte 1111 merivî: merivek wefat bûye

Anegorî h’esabên 15-ê nîsanê li Ermenîstanê dîsa li cem 44 merivî nexweşîya koronavîrûsê îzbat bûye.Derheqa wê yekêda ji merk’eza Ermenîstanêye kontrolkirina nexweşîya r’agîhandine.Em bîr bînin,wekî anegorî h’esabên duh li Ermenîstanê 1O67 nexweş hebûn.Niha piştî h’esabên îro h’ejmara nexweşa gihîşte 1111 merivî. H’etanî niha li cem 9O95 meriva wextê têstkirinê nexweşî nehatîye dîtinê.797 meriv niha qenc dibin.H’etanî niha 297 meriv qenc bûne, lê 17 meriv jî wefat bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button