SerekeSîyasî

Li K’irkûkê 23 ç’ekdarên DAÎŞ-ê hatine kuştinê

Eskerê Îraqê e’lam kirîye,wekî nava encamên opêrasîyona dijî têr’orê li bakûrê welêt 23 ç’ekdarên DAÎŞ-ê hatine kuştinê.Qewatên îraqî baza têr’orîsta li Vadî Al Şayê dîtine.Hatîye r’agîhandinê,wekî esker û teyarên koalîsîyona navnet’ewî derbên ji hewê gîhandine baza DAÎŞ-ê û nava encamên wê yekêda 23 têr’orîst hatine kuştinê.Usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî leşkerekî îraqî şih’îd k’etîye û çar jî birîndar bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button