H’emû nûçe

Cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê, kamêndantê h’alê qeydeder îzin nedaye, ku malbet û pismamên merivê wefatbûyî bên Ermenîstanê

15-ê nîsanê cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan qirar îmze kirîye, bi k’îjanê hatîye qirarkirinê, ku heger li Ermenîstanê merivê wefatbûyî hebe û ji der pismam û merivên wî merivî nikarin bên Ermenîstanê û t’evî şînê bibin.Pêşda îzin hebû ku merivên nêzîk bihatana Ermenîstanê û t’evî şînê bibûna.Bi qirara nû niha îzina merivên nêzîk jî t’une ku ew bên Ermenîstanê û t’evî şînêbin.Em bîr bînin,wekî ew qirar du r’oj pêşda hatîye îmzekirinê, bi k’îjanê k’etin û derk’etina Noraşênê hatîye girtinê.Me’nî ewe wextê li wî gundî merivê ji welatekî mayîn hatî hebûye, li cem k’îjanî nexweşîya koronavîrûsê hebûye û ew nêzîkî merivên li wir hazir jî bûye. H’etanî 18-ê nîsanê wê r’îya Noraşênê girtîbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button