H’emû nûçe

Serokk’omar qanûna derheqa h’akimada îmze kirîye

Serokk’omarê Ermenîstanê Armên Sargsyan qanûna derheqa guhar’tinên nava qanûnên meh’kemêda îmze kirîye. Em bêjin,wekî gilî derheqa qanûna bona h’akimadane. “Bi girîng h’esabkirina şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinê, gerekê prînsîpên konstîtûsîyayê bêne xebitandinê.R’ast nexebitandina qanûna dikare aminaya hindava dewletêda bide t’er’ibandinê”,-derheqa wê yekêda nava e’lametîya qulixdarîya prêssyaêda hatîye gotinê.Hatîye dîyarkirinê,wekî nava dorana borcdarîyên serokk’omarê dewletêda, serokk’omar wê bi guhdarî dîna xwe bide r’ast xebitandina qanûna.Em bêjin,wekî qnûna îmzekirî 3O-ê adarê hatibû r’aberkirinê, ku serokk’omar îmzeke. Admînîstrasîya serokk’omarê Ermenîstanê xemgînîyên xwe t’evî sedirê komîsîya dewletêye h’iqûqî û wezîrê e’daletê gotûbêj kirîye û zelalkirinên zêde stendine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button