H’emû nûçeSereke

Nenihêr’î wê yekê,wekî şer’k’arîya dijî koronavîrûsê bi açixî pêşda diçe, h’ukumata Herêma K’urdistanê dibêje wekî hela hê zûye derheqa serk’eftinêda e’lamkin

Nenihêr’î wê yekê,wekî şer’k’arîya dijî koronavîrûsê bi açixî pêşda diçe, h’ukumata Herêma K’urdistanê dibêje wekî hela hê zûye derheqa serk’eftinêda e’lamkin. Em bêjin,wekî sînorê K’urdistanê t’evî Îranê heye, lê h’etanî niha 337 nexweş li K’urdistanê hene.Hatîye dîyarkirinê,wekî açixîyên niha gavên h’ukumata herêmêva girêdayîne,wextê ku h’emû îdare hatine girtinê û t’eşkîldarîyên bi massayî hatine qedexekirinê.Wezîrê saxlemîxweyirinê Saman Barzincî gotîye r’ojne’mevana, wekî ew dîsa bi guhdarî dîna xwe didine h’al. “Em berbi h’alê bi guman pêşda diçin, lê hela hê zûye ku em derheqa serk’eftina hindava koronavîrûsêda e’lamkin”,-wezîr gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî saxlemîya cime’ta K’urdistanê bona h’ukumata herêmê pirsa here girînge.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button