H’emû nûçe

P’aşînyan navên wana dane yên ku a’ciz bûne

Ew k’omên ku a’ciz bûne qewatên sîyasîne, yên ku p’araveyî li ser du k’oma bûne. Derheqa wê yekêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr weşana fêysbûkêye zindîda gotîye. “Yên e’wlin ew qewatin, yên ku t’evî seroketîya berê kirinên xweye bona deh salên pêşîya meda progiram kiribûn. Gilî derheqa wan qewatên sîyasîdane, yên ku piştgirîya seroketîya berê dikirin. Niha nava encamê şorişêda planên wan h’edimîne û bûne bêfikir.Feqet, bona min usa jî p’areke qewatên sîyasî heye, qedirê k’îjna ez digrim, me’nîya k’îjanaye a’cizbûnê jî heye.Me’nî ewe,wekî wan qewata bi salên dirêj tiştek pêş xistine, lê nava encamê şorişêda zelal bûye,wekî gotina wan nava r’astîyêda mîyaser nabe. Niha qewatên opozîsîyon hene, yên ku bi salên dirêj çawa opozîsîya bûne, lê niha zelal bûye,wekî ew bi r’êyên başqeva pêşda diçin.Me’nîya wan jî heye, ku ew a’cizbin”,-P’aşînyan gotîye. K’oma mayîn ew merivin, yên ku piştgirîya r’ojavayê dikin, k’îjana bawar kirîye û gumana wan hebûye,wekî li Ermenîstanê qewatên r’ojavayê şoriş mîyaser kirine. Nava we’deda wana e’lam kirîye,wekî qewatên r’ojavayê nînin ku t’evî seroketîya dewletê bûne. “K’oma merivaye ku a’ciz bûne, yek jî ew merivin, yên ku piştgirîya r’ûsa dikin, çimkî ew difikirîn,wekî R’ûsîyayê îzinê nede ku seroketîya me li Ermenîstanê hebe. Bo wê yekê jî ew a’ciz bûne,wekî ssênara wan jî k’ar nekirîye”,-P’aşînyan daye dîyarkirinê. Bi gotina P’aşînyan k’oma mayîn jî ewe, merivên k’îjanê olîgarxên berêne.”Mesele ew meriv pêşîya şorişê bi cêrga avtomaşîna diger’îyan, lê niha usa nîne.Ew jî difikirîn,wekî seroketîya niha bi pirsên cûr’e-cûr’e berbir’î wanbe, lê seroketî jî berbir’î wan nabe”,-serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button