H’emû nûçe

Şorişa Donald T’ramp’:gelo wê li dinîyayê çi pêşda bê

Li ŞAY çend h’ezar welatîya li Waşîngtonê meşa şikyatkirinê t’eşkîl kirine, ya ku dijî kar’antîna r’ûê koronavîrûsêda bû. Li ŞAY eva şikyatkirina e’wline, girêdayî şer’k’arîya dijî koronavîrûsêr’a.Çend r’oj pêşda li Bêr’lînê jî meriva şikyatê xwe e’lam kiribûn. Polîsîyayê ew meş bela kiribû. H’ukumatên welatên avropî qezîya merivaye p’isîxolocî t’exmîn dikin û mecbûr dibin gavên bona sistkirina r’êjîmê biavêjin. Li ŞAY Donald T’ramp’ eşkere piştgirîya şikyatkira dike. T’ramp’ bi xwe çend cara e’lam kirîye,wekî sekinandina êkonomîkayê tiştê bûyînê nîne, çimkî encamên wê yekê dikarin li ser meriva giran r’ûnên, ne ku encmên ji koronavîrûsê pêşdahatî. Wî alîda li ŞAY h’alekî h’ewask’ar pêşda tê, çimkî serokên ştata T’rampr’a qayîl nabin. Mesele serokê ştata Waşîngtonê, wek’îlê ji partîya Dêmokratîk Cêy Însil e’lam kirîye,wekî serokê welêt piştgirîya bi qezîya dide k’ifşê û bi wê yekê dikare şorişê pêşda bîne, nenihêr’î wê yekê,wekî hema admînîstrasîya T’ramp’ qezîya koronavîrûsê nas dike. Pirs pêşda tê, gelo T’ramp’ li ŞAY şorişê hazir dike? Yan ne t’enê li ŞAY, lê li t’emamîya dinîyayê û ew yek dijî kar’antîna koronavîrûsêye? Bêyî şikberî zelale,wekî merivê li malê nemînin û zû yan jî dereng ewê derk’evin.Ew yek jî e’yane,wekî piştî derk’etinê jî him dinîya û him jî ew, wê yên berê nîbin.A hem vî alîda jî pirs pêşda tê ku merivê piştî derk’etina ji malê çi cûr’eyîbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button