H’emû nûçe

24-ê nîsanê meşa vîrtûal wê h’etanî berbangê berdewambe:P’aşînyan

Îsal meşa welatîyaye berbi Sîsêrnakabêrdê wê nava têrîtorîya vîrtûalda bê t’eşkîlkirinê. Derheqa wê yekêda serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. “Welatî wê bi fîzîkî hilnek’işine girê Sîsêrnakabêrdê, lê ewê navên xwe bi t’êlefonê bişînine ser hejmara 1915 û ji êvarê seh’eta deha ewê t’evî meşa vîrtûal bibin û pêr’a jî navên wan wê li ser stûnên komplêk’sa bîranînê bêne k’ifşê.Meşa vîrtûal wê bi zindî bê nîşandayînê, û ewê 24-ê nîsanê êvarê seh’eta deha destpêbe û wê h’etanî berbangê berdewambe.Bi vî cûr’eyî ji her derên dinîyayê meriv dikarin t’evî vê meşa vîrtûal bibin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button