H’emû nûçe

Birca bajar’ê T’bîlîsîyêye têlêvîzîonê çawa nîşana piştgirîyê bi sê r’enga hatîye r’engkirinê

Nava dîrokêda eva cara sisîyaye, ku Gurcistana cînar birca T’bîlîsîyêye têlêvîzîyonê bi sê r’enga daye r’engkirinê.Baylozxana Gurcistanêye li Ermenîstanê e’lam kirîye,wekî ew yek çawa nîşana piştgirîyêye. “Nava dorana şer’k’arîya dijî koronavîrûsê, Gurcistana cînar piştgirîya xweye hindva Ermenîstanê e’lam kirîye û birca têlêvîzîyonêye li T’bîlîsîyê bi sê r’enga daye r’engkirinê”,- nava e’lametîya baylozxanêda hatîye nivîsarê. Cara e’wlin ew yek 21-ê îlona sala 2O18-a, r’oja serbestîya Ermenîstanê, hatîye kirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button