H’emû nûçeSereke

Li Hewlêrê wê kar’antînê bidine sistkirinê

Nava r’ojên nêzîkda li p’ayt’extê K’urdistana Îraqê Hewlêrê wê r’êjîma kar’antînê bidine sistkirinê.Derheqa wê yekêda serokbajar’ê Hewlêrê Firsed Sofî gotîye. Bi gotina wî eva îdî ji h’evtêkê zêdetire, ku nexweşên t’eze nehatine dîtinê. Serokbajar’ gotîye,wekî ew têr’a divîne fabrîka û hinek îdarên mayîn bidine vekirinê. “Emê pêr’a jî dîna xwe bidinê û binihêr’in, ku k’îjan bîznês wê qanûna bit’er’ibîne”,-Sofî gotîye.Ewî gotîye,wekî berevbûnên mezin wê neyêne îzindayînê.Em bêjin,wekî anegorî h’esabê 21-ê nîsanê li K’urdistanê 337 nexweş hene, ji 28O îdî qenc bûne, lê çar jî wefat bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button