“Dengê Amêrîkayê e’lam kirîye,wekî bi gotina nevsê t’irkayî r’esmî, xebitandina sîstêmên r’ûsaye dijî r’okêtaye C-4OO r’ûê koronavîrûsêda hatîye paşdaêxistinê.Feqet meremê T’irk’îyayê t’une wê qirarê mîyaserke, çimkî r’ûê wê yekêda ew dikare bê cezakirinê.Wek’îla k’atibtîya ŞAY-ye dewletê Morgan Ortagûsê e’lam kirîye,wekî Waşîngtonê t’abîya xwe neguhar’tîye.Ewê daye dîyarkirinê,wekî girêdayî peymana C-4OO-r’a gotûbêjkirin derbaz dibin û ŞAY wê bi r’îya cezakirina dijî wê yekê derên.Kongrêsa ŞAY jî hazir dibû sanksîya pêşda bik’işîne, lê bi t’exmîn T’irk’îya wê yekê çawa qezîya qîmet dike, çimkî ew yek dikare nêzîkî 24-ê nîsanêbe, wextê ku serokê ŞAY hersal girêdayî k’omkujîya Ermenîr’a bi e’lametîya xweva pêşda tê.Piştî qebûlkirina r’êzolyûsîya herdu palatên kongrêsêye derheqa naskirina k’omkujîya Ermenîda, îsal wê bibe e’lametîya serokê ŞAY-ye e’wlin.Nava qewilên gêopolîtîkîda T’irk’îya dicêr’ibîne balansa sîyasî xweyke. Koronavîrûsê îsal pirsgirêkên êkonomîkîye mezin bona T’irk’îyayê pêşda anîn.Sala par T’irk’îyayê ji tûrîzmê 35 mîlîyard dolar kiribû k’ar, ya ku wê îsal bibe sifir.Xêncî wê yekê ji sala 2O18-da li T’irk’îyayê krîzîs destpê bûye.H’al usaye wekî T’irk’îya pêşer’ojêda dikare fînansên ji der biger’e.Wextê ku ew we’de bê, h’ukumata T’irk’îyayê wê bik’eve bin h’ukumekî mezin ku ew ji komplkê’sên r’okêtaye C-4OO paşda bisekine. T’eşkîleta h’emdinîyaêye saxlemîxweykirinê e’lam kirîye,wekî têmpên belavbûna koronavîrûsê nimiz dibin, lê ew nexweşî li Brîtanîyayê û T’irk’îyayê berdewam dibe.Ew yek dide k’ifşê,wekî li T’irk’îyayê pirsgirêk wê diha zêdebin. Pirsgirêk wê usa jî peyî wê yekêr’a pêşda bê, wextê ku bi h’ezara girtî aza hatine berdanê, lê h’ebsada t’enê girtîyên sîyasî, r’ojne’mevan û şuxulk’arên k’urd man.Sala 2O23-a T’irk’îya dixweze sedsalîya sazbûna K’omarê bide k’ifşê, lê h’al dikare usa nîbe, çawa ku T’irk’îya dixweze.Nava wê pirsêda çend faktor hene, koronavîrûs, krîzîsa êkonomîkî, ze’yîfbûna R’ûsîyaêye r’ûê k’etina bahê neftêda, opêrasîyonên T’irk’îyaêye neaçixe li Sûrîyayê, hevr’aqayîlnebûnên wêye t’evî ŞAY, yên nava pirsgirêka k’urdda û usa jî faktora k’urdî. Enqere niha wê mecbûrbe ji xebitandina C-4OO-ê paşda bisekine bona ku ew r’oja bîranîna k’omkujîya Ermenî neyê cezakirinê.T’irk’îyayê hela hê mecbûrbe ji gelek tişta paşda bisekine.
Gotarên eynî
102 milyon yûro deyn dide Ermenîstanê: ew ê ber bi komên sûdmend yên bîmeya tenduristiyê ya berfireh biçe
13.09.2024, 15:30
Şerê di navbera Rûsyayê û Îranê de li ser korîdorê wê gurtir bibe: Pûtîn ji bo reşkirina Ermenîstanê û Adirbêcanê darbeyek di destê wî de ye: Lilît Dallakyan
13.09.2024, 14:15
Ji 15 ê mijdarêda firînên teyaraye ji Yêrêvanê brbi Nyû Dêlîyê wê bêne mîyaserkirinê
13.09.2024, 13:40
Herwiha kontr’ol bike
Close