H’emû nûçeSereke

Li K’urdistana R’ojavayê we’dê kamêndantîyê h’etanî yekê gulanê dirêj kirine

Admînîstrasîya K’urdistana R’ojavayê qirar qebûl kirîye, ku we’dê kamêndantîyê li K’urdistana R’ojavayê h’etanî yekê gulanê dirêjkin. Ev yek girêdaîye belavbûna nexweşîya koronavîrûsêr’a. 21-ê adarê R’ojavayê derheqa agirbestêda e’lam kir, lê 23-ê adarê ewê derheqa h’alê kamêndantîyêye li bajar’ û neh’îyên bakûr-r’ohilatê Sûrîyayê e’lam kir. T’enê îdarên qewatên bêqezîyabûna hundur’, paqijkirina dor û bera, dik’anên xurek û dermanxane, nexweşxane û k’omên doxtirîyê ji van qanûna derin. Li K’urdistana R’ojavayê h’etanî niha şêwira saxlemîxweykirinê derheqa t’u nexweşekîda îzbat nekirîye.T’eşkîleta h’emdinîyaêye saxlemîxweykirinê e’lam kirîye,wekî 17-ê nîsanê li nexweşxana Qamişloyê merivek ji koronavîrûsê wefat bûye.H’ukumata Sûrîyayê jî pêşda derheqa wê yekêda dabû dîyarkirinê,wekî li cem wan 42 nexweşên bi koronavîrûsê hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button