H’emû nûçe

23-ê nîsanê seh’eta 21-ê bi we’dê sê deqa wê zengilên dêra bêne lêxistinê, îşiqên meydana wê bêne temirandinê

23-ê nîsanê seh’eta 21-ê bi we’dê sê deqa wê zengilên dêra bêne lêxistinê, û îşiqên meydanên Yêrêvanê û qezayên mayîn, usa jî soqaqa wê bêne temirandinê. “Hema wî çaxî em berbir’î welatîya dibin, ku îşiqên malên xwe jî bitemirînin û li ber p’encerên îşiqa t’êlefonê bişuxulînin û vî cûr’eyî bighîjine ak’sîya t’evayî”,-nava r’ûp’elê fêysbûka h’ukumatêda hatîye nivîsarê. 24-ê nîsanê ji seh’eta h’eyştada destpêkirî welatî dikarin li ser hejmara 1915 ji Ermenîstanê û ji welatên der e’lametîyê bişînin,lê ji welatên der bi vê hejmarê 0037433191500. Navên wan meriva wê li ser stûnên komplêk’sa bîranînê bêne k’ifşê û bi wî cûr’eyî ewê bi cûr’ê sîmvolîk t’evî qedirgirtina bîranîna cangorîyên k’omkujîya Ermenî bibin.Ji seh’eta dehada serokk’omarê Ermenîstanê, serekwezîr, serokê parlamêntê, patrîyarxê t’emamîya ermenîya wê her’ine Sîsêrnakabêrdê.Hema wê r’ojê jî êvarê seh’eta deha bi t’evbûna k’omên dewletê wê konsêrta bo bîranînê derbazbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button