SerekeSîyasî

Şêwira Organîzeya Net’ewên Yekbûîye bêqezîyabûnê dokûmêntê derheqa agirbesta t’omerîda hazir dike

K’atibê prêssayê, yê serokê R’ûsîyayê Dmîtrî Pêskov e’lam kirîye,wekî endamên şêwira Organîzeya Net’ewên Yekbûîye bêqezîyabûnê nava qewilên şer’k’arîya dijî koronavîrûsêda dokûmênta derheqa agirbesta t’omerîda hazir dikin. Înîsîyatîva hazirkirina dokûmêntê, ya serokê Fransîyayê Êmanûêl Makrone. Peyî wê yekêr’a ewî t’evî hevalk’arê xweyî r’ûs Vladîmîr Pûtîn qise kirîye. Hazirkirina têk’sta dokûmêntê ji alîyê dîplomatên h’emû welatada tê mîyaserkirinê. “Niha xebat tê mîyaserkirinê, ku dora wê dokûmêntê bighîjine qayîlîya t’evayî”,-Pêskov gotîye. Bi gotina wî ew dokûmênt wê zûtirekê hazirbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button