H’emû nûçeSereke

Meh’med Ocalan derheqa xeberdana bi t’êlefonê, ya t’evî lîdêrê PKK-ê gilî kirîye

Meh’med Ocalan, birayê lîdêrê PKK-ê E’bdile Ocelan e’lam kirîye,wekî Oclan silavên xwe malbetên Barzanî û T’elebanîr’a şandine û gotîye ku di navbera k’urdada gerekê xûnr’êtin t’unebe.Wek’îlê byûroya advokataye bi navê “Esrîn” e’lam kirîye,wekî lîdêrê PKK-ê Abdûla Ocalan , yê ku li h’ebsa ada Îmralîyêye, bi t’êlefonê t’evî endamên malbeta xwe xeberdaye.Wextê progirama kanala R’ûdaw TV-ê, Meh’med Ocalan gotîye,wekî ew duh nîvro çûne meh’kema Ûrfayê û ji wir bi t’êlefonê, li k’îderê nevsên r’esmî hazir bûne, Ocalanr’a xeberdane. “Axavtina me nêzîkî 2O-25 deqa k’işandîye. Ez t’evî kur’ê xwe û advokat, usa jî du parlamêntvana çûme li wir, lê min t’enê wîr’a xeberda.Wana îzin neda, ku yên mayîn jî xeberdin”,-Meh’med Ocalan gotîye.Derheqa nexweşîya koronavîrûsêda ewî daye dîyarkirinê,wekî ewî ji E’bdûla Ocalan pirsîye derheqa saxlemîya wîda pirsîye û birayê wî gotîye, ku ew başe.Bi gotina wî ew nexweşî hela hê negihîştîye ada Îmralîyê, lê hela hê e’yan nîne ku wê sibê çi bibe. Meh’med Ocalan usa jî gotîye,wekî derheqa Herêma K’urdistanêda jî xeberdan çûye. “Ewî banga xwe bona K’urdistana Başûr şand. Ewî hîvî kirîye ku silavên wî bighînine Barzanîyê bira, Nêç’îrvan Barzanî, malbeta T’elebanî û wan h’emû kesa, yên ku bona mafên k’urda şer’k’arîyê dikin. Pirsa Qendîlê jî hatîye gotûbêjkirinê. Min wîr’a derheqa h’alê sertî di navbera PKK-ê û pêşmerga, usa jî partîya K’urdistanêye Dêmokratîkda gotîye”,- Meh’med Ocalan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button