H’emû nûçeSereke

Nêç’îrvan Barzanî: kêmkirina byûcêya dewletêye bona qulixçîyên K’urdistanêye dewletê dijî qanûnêye

Serokê Herêma K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî e’lam kirîye,wekî ew yek ner’aste ku mafên qulixçîyên K’urdistanêye dewletêye byûcêyê û fînansa werguhêzî pirsgirêka sîyasî bikin.Serokê Herêma K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî li Hewlêrê wek’îla Organîzeya Net’ewên Yekbûîye li Îraqê Janîn Hênîs Plasşçêrt qebûl kirîye.Wextê r’asthatinê usa jî wek’îlê t’eşkîleta h’emdinîyayêye saxlemîxweykirinêyî li Îraqê Adhem Îsmaîl hazir bûye.Bi bîr anîna wê yekê wekî h’ukumata Îraqê qirar qebûl kirîye, ku mi’aşên nevsên K’urdistanêye r’esmî û qulixçîyên dewletê bidine kêmkirinê, Nêç’îrvan Barzanî berbir’î wek’îla organîzeyê bûye û hîvî kirîye ku nava wê pirsêda piştgirîyê bidine Herêma K’urdistanê. Bi dîyarkirina wê yekê wekî ew piştgirîya Mistefa K’azimî dike, t’eslîmî k’îjanî kirine ku h’ukumata nû li ser mafê konstîtûsyîon sazke, Barzanî gotîye,wekî ew hîvîdarin wekî kabînêta nû wê we’dê anegorda sazbe. Wextê r’asthatinê usa jî pirsên girêdayî şer’k’arîya dijî koronavîrûsêr’a hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button