H’emû nûçe

T’eşkîleta hûmanîtarîye navnet’ewîye li Nyû York’ê, têr’a divîne wekî r’ûê evê nexweşîya koronavîrûsêda li dinîyayê dikarin ji sê mîlîona zêdetir meriv wefatbin

Li 34 welatên diynîyayêye neç’arserbûyî nêzîkî sê mîlîon 2OO h’ezar binelî dikarin r’ûê nexweşîya koronavîrûsêda wefatbin, lê hejmara nexweşaye li wan welata dikare bighîje mîlîyardekî. Derheqa wê yekêda t’eşkîleta Nyû York’êye hûmanîtarîye navnet’ewî ev me’lûmetî belav kirîye. Bi fikira p’êşekzanên t’eşkîletê hindik we’de maye, ku li dewletên mînanî Yêmênê, Afg’anistanê û Sûrîyayê bûyarên wî cûr’eyî hebin û bona sistkirina belavbûna koronavîrûsê, dewletên pêşk’eftî gerekê alîk’arîya fînansî bidine wan welata. Bi fikra wek’îlên t’eşkîletê qamp’ên mihaciraye li Sûrîyayê, Yûnanistanê û Bangladêşê yên li diynîyaêye here sixin. R’ûê wê yekêda li wir wê nikaribin dûraya sosîyalî xweykin û guhdarîya sînorkrina bikin, bona ku belavbûna koronavîrûsê bidine ze’yîfîkirinê. Ji alîkî mayînva jî li wan welata, li k’îderê sîstêma piştgirîya sosîyalîye hindava binelîyada t’une û xweykirina qanûnên ji maldernek’etinê û yên li ser dûrayê zûtirekê dikarin xelayê pêşda bînin û meriva bighînine k’esîbtîyê. Bi gotina sedirê t’eşkîletê Dêvîd Mîlîbênd vê têr’adîtinê meriv dikare çawa e’şretîya h’işyarbûnê nav bike û bangî welatên donor kirîye ku k’incên xwep’arastinê, mecalên destşûştinê, usa jî têstên koronavîrûsê bidine wan welata.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button