H’emû nûçe

Wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan bi t’êlefonê t’evî wezîrê Almanîyayêyî k’arên der Hayko Maas xeberdaye

28-ê nîsanê, bi t’eşkîldarîya alîyê ermenî, wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan bi t’êlefonê t’evî wezîrê Almanîyaêyî k’arên der Hayko Maas xeberdaye. Herdu wezîra derheqa h’alê girêdayî belavbûna nexweşîya koronavîrûsêr’a û berne’mên bona şer’k’arîya dijî wê nexweşîyê gotûbêj kirine. Nava wê h’emtêk’stêda wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der gavên dasekinandina jîyîna normal, yên ku ji alîyê h’ukumata Ermenîstanêda tên avîtinê, r’aber kirine. Herdu alîya jî derheqa girîngîya berne’mên dasekinandina encamên sosîyal-êkonomîkî dane dîyarkirinê. Mnasakanyanê wezîr înîsîyatîva ji alîyê almanada ya bona p’evguhar’tina cêr’ibandinê bilind qîmet kirîye. Xeberdan usa jî derheqa hevk’arîya nava govekên başqeda jî çûye.Nava h’emtêk’sta hevk’arîya Ermenîstanê û Yektîya Avropayêda, wezîra derheqa sedirtîya Almanîyaêye nava Yektîya Avropayêda xeberdane. Zohrab Mnasakanyan û Hayko Maas usa jî derheqa cêrge pirsên r’êgîyonêda xeberdane. Xeberdan usa jî derheqa pirsgirêka Qerebag’êda çûye. Nava wê h’emtêk’stêda herdu alîya jî derheqa banga k’atibê Organîzeya Net’ewên Yekbûîyî sereke, ya derheqa agirbesta t’omerîda dane dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button