H’emû nûçeSerekeSîyasî

Dêlêgasîya hukumata Herêma Kurdistanê û baylozê ŞAY-yî li Bexdayê hevr’aqayîlnebûnên t’evî Îraqê gotûbêj kirine

Dêlêgasîya hukumata Herêma Kurdistanê, bi serk’arîya cîgirê serekwezîr Qubad T’elebanî li Bexdayê r’astî baylozê ŞAY-yî li Îraqê Mêt’yû T’ûêlêr hatîye.T’elebanî derheqa t’abîya h’ukumata herêmêda, ya hindava qewimandinên nihada daye dîyarkirinê û gotîye,wekî Hewlêr li ser wê qirarêye, ku alî bike bo ku h’elkirin bê dîtinê û li ser h’îmê konstîtûsîya Îraqê pirs bêne h’elkirinê.Seredana li Bexdayê peyî wê yekêr’a qewimî,wextê ku h’ukumata Îraqê şandina mi’aşa qulixçîyên K’urdistanêye dewletê da sekinandinê, û usa jî li ser fona k’ifşkirina Mistefa K’azimîyê serekwezîr derheqa sazbûna kabînêta nûda goûtbêjkirin hatine derbazkirinê. Dêlêgasîya k’urda şirove kirîye,wekî K’urdistanê bibe beşeke qirarê û wê pitşigrîya h’ukumata K’azimî bigre, bi wê gumanê, ku heleqetîyên baş û Îraqa qewîn wê hebin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button