SerekeSîyasî

Hêzên p’arastina gel:em t’eqîna li E’frînêva girêdayî nînin

K’atibê prêssayê, yê hêzên p’arastina gel Nûrî Meh’mûd e’lam kirîye,wekî k’omên p’arastina gel haj t’eqîna li E’frînê t’unene û ew yek wanava girêdayî nîne. Wextê wê t’eqînê 53 meriv hatine kuştinê û 167 jî birîndar bûne. Nava e’lametîya nivîsarda k’atibê prêssyaê Nûrî Meh’mûd gotîye,wekî ew yek ji alîyê hêzên başqeda hatîye mîyaserkirinê û çawa ku Mez’lûm E’bdî pêşda dabû dîyarkirinê, kirina têr’orîstîye.Em bêjin,wekî li sûka E’frînê avtomaşîna sîstêr’na ardû, ya ku mînkirî bûye, t’eqîyaye.Wezîreta T’irk’îyayêye p’arastinê PKK nava wê yekêda gunek’ar kir. E’frîn bin kontrola eskerên t’irka û k’omên opozîsîya Sûrîyêdane. Seroketîya t’irka hêzên p’arastina gel nava wê yekêda gunek’ar dike,wekî ew basekekî PKK-ne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button