SerekeSîyasî

Organîzeya Net’ewên Yekbûyî kirina têr’orîstîye li E’frînê şermezar kirîye

K’atibê Organîzeya Net’ewên Yekbûyî sereke Antonîû Gûtêrîş kirina têr’orîstîye li K’urdistana Sûrîyayê, ya li bajar’ê E’frînê, r’ûê çida 5O-î meriv hatine kuştinê, şermezar kirîye. K’atibê organîzeyê serxweşî daye malbetên zyank’êşa.Gûtêrîş usa jî bangî alîyên nava de’w û doza li Sûrîyayê kirîye, ku derbazî agirbestêbin, bona ku guhdarîya h’îmlî li ser belavbûna koronavîrûsêbe.Em bêjin,wekî E’frîn 65 kîlomêtra dûrî H’elebêye, binelîyên k’îjanîye h’îmlî k’urdin. Adara sala 2O18-da ew bajar’ piştî operasîyona t’irka, k’ete bin kontrola T’irk’îyayê.Kirina têr’orîstîye li E’frînê 28-ê nîsanê qewimîye,wextê ku sîstêr’na bi ardû nava bajêr’da t’eqandine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button