SerekeSîyasî

Parlamênta Îraqê bangî qewatên pêşmerga dike, ku li K’irkûkê nava şer’k’arîya dijî DAÎŞ-da hevk’arîyê bikin

Parlamênta Îraqê bang kirîye, ku hêzên pêşmergên K’urdistanê t’evî eskerên Îraqê şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê, li K’irkûkê berdewam bikin. Cîgirê serokê parlamêntê H’esen Al Kaabî nava e’lametîya xweda e’şaretî daye,wekî k’oma cîhadîsta bona bêqezîyabûna K’irkûkê qezîyaye û daye dîyarkirinê,wekî di navbera Hewlêrê û Beg’dayêda gerekê hevk’arî hebe bona ku ç’ekdarên DAÎŞ-ê ji provînsîyakê derbazî ya mayîn nebin.Cîgirê serokê parlamêntê derheqa vê yekêda wextê şêwirdarîyê gotîye, t’evî k’îjanê bûne usa jî endamên komîtêya p’arastinê û bêqezîyabûnê û çend fermandarên leşkerîye mayîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button