H’emû nûçe

Beşa matêrîyalên bona têstaye duda wê bê Ermenîstanê:çêkirina têstaye li vir îdî nêzîke

Ermenîstan hîvîyêye ku beşa matêrîyalaye duda bê Ermenîstanê bona ku cîda çêkirina têsta destpêkin.Têr’a tê dîtinê wekî nîvek meha gulanê îdî çêkirina têsta wê li vir destpêbe.Serokê înstîtûta bîyolocîyê, kandîdatê ulmê bîyolocî Arsên Ar’ak’êlyan gotîye wekî p’areke matêrîyala îdî li Ermenîstanêye, lê beşa mayîn wê zûtirekê li virbe û hema r’ojtira mayîn jî wê cêr’ibandinên çêkirina têsta destpêkin. Anegorî p’ek’etina pêşda, înstîtûtê sed h’ezar têsta çê bike.Ar’ak’êlyan gotîye,wekî heger lazimbe potênsîyala çêkirinaye zêde jî wê hebe.Bi gotina wî çêkirina wana dijwar nîne.Wî alîda h’ukumat alî dike û ew matêrîyal wê ji Çînistanê bên.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button