SerekeSîyasî

Koalîsîyona Malîkî e’lam kirîye wekî wê dengê xwe nede kabînêta K’azimî

Koalîsîyona bi serk’arîya serekwezîrê Îraqêyî berê Nûrî Al Malîkî e’lam kirîye,wekî wê dengê xwe nede kabînêta serekwezîr Mistefa Al K’azimî. Nava e’lametîya koalîsîyonêda hatîye gotinê,wekî wana ce’dandinên mezin dane xebatê bi wê gumanê, ku h’ukumata nû sazkin, ya ku wê de’wek’arîyên cime’tê bide r’azîkirinê, pirsgirêka h’elke. “Mixabin, navnîşa kabînêta wezîra, ya ku ji alîyê serekwezîrê k’ifşkirîda hatîye pêşnîyarkirinê, anegorî de’wek’arîyên cime’ta Îraqê nîne”,-nava e’lametîya koalîsîyonêda hatîye gotinê.Kolaîsîyayê usa jî daye dîyarkirinê,wekî ewê nek’evine nava h’ukumata pêşer’ojê.Hîvîyêne, wekî zûtirekê Şêwira wek’îla gerekê dengdayînê bona kabînêta K’azimî derbazke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button