SerekeSîyasî

Koalîsîyona navnet’ewî wê t’e’lîmkirina qewatên pêşmerga berdewam bike

Nevsê r’esmî, yê alîyê pêşmergada Babak’ir Feqî Ah’med e’lam kirîye,wekî hêzên koalîsîyona navnet’ewî dîna xwe didine qezîya ji alîyê DAÎŞ-da ku zêde dibe û bona wê yekê jî qirar kirine, ku piştî cejina R’emedanê wê t’e’lîmkirina pêşmerga berdewam bikin. “H’eja DAÎŞ-ê bi t’aybetî li wan neh’îyên k’urda zêde dibe, k’îjan ne bin kontrola Herêma K’urdistanêdanin.Koalîsîyona navnet’ewî dîna xwe dide wê yekê û carina înformasîyayên ce’sûsîyê mer’a dişînin, bo wê yekê jî wana qirar kirîye t’e’lîmên pêşmerga berdewam bikin.Pêşda t’e’lîm r’ûê belavbûna koronavîrûsêda sekinîn, lê piştî cejina R’emedanê t’e’lîmê dîsa berdewambin”,-Ah’med gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button