SerekeSîyasî

Fransîya dicêr’ibîne k’urdên Sûrîyayê bighîne hev

Fransîya ce’dandinên xwe dide xebatê, ku partîyayên k’urdên Sûrîyê bighîne hev.Derheqa wê yekêda kanîya înformasîyon e’lamî “BasNew”-ê kirîye.Hatîye dîyarkirinê,wekî dêlêgasîya Fransîyayê r’astî wek’îlên şêwira K’urdistana Sûrîyayêye miletîyê û partîya Yektîya Dêmokratîk hatîye, bona ku h’elkirina pirsgirêka k’urdaye li Sûrîyayê bibînin.Usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî R’ûsîya û ŞAY jî dice’dînin di navbera k’urdên Sûrîyayêda yekbûnê çêkin, lê ew alîyên başqe-başqeda dixebitin.Moskva dice’dîne ku di navbera k’urdên Sûrîyayê û r’êjîma Sûrîyaêda normalbe.Feqet kanîya înformasîyon daye dîyarkirinê,wekî Fransîya û R’ûsîya, usa jî ŞAY mînanî hev qayîlin, ku k’omên piştgirên Îranê ji Sûrîyayê derk’evin û mafên k’urdên Sûrîyayê bêne xweykirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button