Seroketîya K’urdistanê girêdayî wefatbûna Seh’îd Gabarîyê dengbêj serxweşî daye

Serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî girêdayî wefatbûna Seh’îd Gabarîyê dengbêjr’a serxweşî daye. “Me bi dilêşî be’sa derheqa wefatbûna dengbêjê k’urdî bi nav û deng Seh’îd Gabarîda bihîst.Girêdayî wê yekêr’a em serxweşîyê didine malbeta Seh’îd Gabarî, qewim- pismam, heval û hogirên wî”,-Nêç’îrvan Barzanî gotîye.Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî jî girêdayî wefatbûna Seh’îd Gabarîr’a serxweşî daye. “Seh’îd Gabarî nava çanda k’urdîda emekê mezin hiştîye û bi stiranên xweva r’ola mezin nava piştgirîya hindava pêşmergada lîstîye”,-Me’srûr Barzanî gotîye. Dengbêjê k’urdî e’yan Seh’îd Gabarî r’oja duşemê 64-salîya xweda wefat bûye.Ew nexweşxana Hewlêrêda bû. Gabarî ji bajarê Hesekê bû, ji K’urdistana Sûrîyayê.Ew bi stiranên xweye şorşgerîyêva , bi folklora miletîyêva bi nav û deng bû.Guhdarên hêja, em jî ji alîyê beşa xeberdanên r’adyoya Yêrêvanêye k’urdîda serxweşîyê didine malbeta Seh’îd Gabarî, qewim- pismamên wî, heval-hogirên wî.Bila serê gelê k’urd saxbe.