H’emû nûçeSereke

Cîgirê Mîrê Êzdîya:pêşmerge gerekê lez paşda veger’ine Şengalê

Cîgirê r’êberê êzdîyên t’emamîya dinîyayê, yê alîyê pirsên t’evî civakê, Mîr Cewhar E’lî Beg e’lam kirîye,wekî Şengal nava h’alê xirab û bi qezîyadane, çimkî h’eja DAÎŞ-ê aktîv û zêde dibe, malbetên têr’orîsta vediger’ine Şengalê. Bo wê yekê jî qewatên pêşmerga gerekê veger’ine Şengalê.Cewhar E’lî Beg gotîye,wekî qezîya ji alîyê DAÎŞ-da li Şengalê hê heye.Malbetên têr’orîsta tên Şengalê û bo wê yekê jî ew qezîya heye ku ew dikarin li wir jî bimînin.Sala 2O14-a DAÎŞ-ê êrîş bire ser Şengalê, li k’îderê keç’, jin û zar’okên êzdîya r’evandin. Niha ew e’reb paşda vediger’ine Şengalê, yên ku dikarin careke mayîn bona cime’tê bibine bela. “Em bangî qewatên pêşmergên K’urdistanê dikin, ku ew paşda veger’ine Şengalê. Me gelek cara bang kirîye ku li Şengalê qewatên yekbûyî sazkin”,- Mîr Cewhar E’lî Beg gotîye. ” E’rebên ku piştgirîya DAÎŞ-ê ya sala 2O14-a kirine, niha paşda veger’îyane gundên xweye li Şengalê.Em ditirsin ku ev e’rebên paşdahatî wê careke mayîn qet’ilkirinên bi sirê mîyaserkin. Bo wê yekê jî em dixwezin ku qewatên pêşmerga veger’ine Şengalê”,-Cewhar E’lî Beg gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button