H’emû nûçeSereke

DAÎŞ êrîşê dibe li ser qewatên Îraqêye bêqezîyabûnêye li Dîyalê û li K’irkûkê

Pêncê meha gulanê têr’orîstên DAÎŞ-ê li provînsîyayên Dîyalê û K’irkûkê êrîş mîyaser kirine û çend leşkerên îraqî kuştine û birîndar kirine. Nava van çend r’ojên dawîda DAÎŞ-ê êrîşên xweye ser qewatên îraqî aktîv kirine, r’ûê çida xemgînî pêşda hatîye,wekî k’oma têr’orîstî dikare wî çaxî careke mayîn pêşda bê, wextê ku Îraq t’evî çend krîzîsa şer’ dike. Li provînsîya Dîyalê ç’ekdarên DAÎŞ-ê êrîş birine li ser qewatên bêqezîyabûnê, r’ûê çida leşkerekî îraqî hatîye kuştinê û çar leşkerên mayîn jî birîndar bûne. Peyîr’a dîsa leşkerek hatîye kuştinê, lê sisê jî birîndar bûne. Li provînsîya K’irkûkê jî snaypêrên DAÎŞ-ê êrîş birine li ser qewatên îraqî, nava encamên k’îjanêda du meriv hatine kuştinê. Hatîye r’agîhandinê,wekî r’ûê êrîşên DAÎŞ-da lîdêrekî e’şîra e’reba E’bdilsemed Zîrgûşî bangî endamên e’şîra xwe kirîye ku sîlih’a hildin û dijî têr’orîsta şer’kin. Ewî gotîye,wekî ji sala 2O14-da destpêkirî ç’ekdarên DAÎŞ-ê ji 4OO-î zêdetir endamên e’şîra wî kuştine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button