SerekeSîyasî

Îraq:heger ŞAY sîstêmên p’arastina hewê neyne, emê sîstêmên r’ûsîye C-3OO, yan jî C-4OO dest bînin

Dwleta Îraqê e’lam kirîye,wekî ewê ji R’ûsîyayê komplêk’sên C-3OO yan jî C- 4OO bik’ir’e, yên p’arastina hewê,heger ŞAY sîstêmên p’arastina hewê bona ç’areserkirina bêqezîyabûna têrîtorîya Îraqêye hewê daneyne.Serk’arê komîsîya parlamênta Îraqêye bêqezîyabûnê û p’arastinê Meh’med R’iza Al Heydar gotîye,wekî sîstêmên C-3OO yan jî C-4OO wê ji R’ûsîyayê bik’ir’e bona p’arastina Îraqêye ji êrîşên hewê.Ewî gotîye,wekî Îraq h’ewca sîstêma p’arastina hewêye, bona ku hewa welatê xwe bip’arêze. Ewî daye dîyarkirinê,wekî sîstêma ŞAY-ye p’arastina hewê hatîye temirandinê, usa jî ya R’ûsîyayê temirandîye.Ji alîkî mayînva jî nava e’lametîya komîsîyaêda pêşda hatibû gotinê,wekî bona k’ir’îna sîstêmên C-3OO t’evî Moskvayê hevr’axeberdan derbaz dibûn.R’ûsîyayê derheqa hazirîya frotana sîstêmên C-4OO-da îdî e’lam kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button