H’emû nûçe

Li Ermenîstanê qewînbûna dêmokratîk îzbat bûye

Ji gulana sala 2O18-da destpêkirî li Ermenîstanê qewînbûna dêmokratîk îzbat bûye. Derheqa wê yekêda wextê civîna parlamêntê, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye.Bi gotina wî, Ermenîstan ji alîyê dêmokratîyayêda welatekî qewîne. “Hûn zanin,wekî li welêt bi salên dirêj qewînbûna avtorîtar îzbat bibû û bo wê yekê jî qewînbûna dêmokratîk dikare qewîn nîbe.Ez dixwezim bêjim,wekî li Ermenîstanê qewînbûna dêmokratîk îzbat bûye û t’u tişt nikare bona dêmokratîyayê bibe qezîya”,-serokê h’ukumatê gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî t’u qewateke sîayasî yan jî mafyoz t’une, ya ku dikare qewînbûna dêmokratîyayê bit’er’ibîne.Nîkol P’aşînyan gotîye,wekî nava navnîşên dêmokratîya navnet’ewîda, Ermenîstan êp’êce pêşda çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button