SerekeSîyasî

7OO k’irêkirîyên Sûrîyayê ji nava t’eşkîla k’omên piştgirên T’irk’îyayê derk’etine

Merk’eza monîtorînga Sûrîyaêye dîtindarîya mafên mêriv, ya ku li ser têrîtorîya Brîtanîyaêye, e’lam kirîye,wekî carekêr’a çend fermandarên wan, k’omên ku piştgirîya T’irk’îyayê dikin, t’evî ç’ekdarên xwe ji wan k’oma derk’etine bi wê me’nîyê wekî ew qayîl nînin ku wana bişînine Lîbîyayê bona t’evbûna t’evî opêrasîyonên li wir.Hatîye dîyarkirinê,wekî h’alê sertî di navbera wan k’omên piştgirên t’irkada diha zêde dibe.Ji yektîya “Sult’an Mûrad”-ê gelek ç’ekdar hiştine û derk’etine, yên ku t’evî eskerên h’ukumata Sûrîyayê û hêzên Sûrîya Dêmokratîk li neh’îya Serêkanîyê li ser xeta pêşinin.Hatîye dîyarkirinê,wekî T’irk’îya dîsa bi aktîvî şandina ç’ekdaraye li Lîbîyayê berdewam dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button