CivakSereke

“Gulana serk’eftî”:vîdêoya p’êşk’êşî mêrxasên serk’eftina Arsaxê

Li ser r’ûp’elê fêysbûkê bi sernavê “Gulana serk’etî” vîdêyo hatîye belakirinê, ya ku p’êşk’êşî mêrxasên şer’ê Arsaxê kirine.Li r’ex vîdêoyê nivîsar heye, bi k’îjanê tê gotinê: “Destên ku t’eze sîlih’ girtine, qewata wan wê hebe, ku kulîlka bibin…
Em lawên miletê serk’eftî û mêrxasaye bi qedir û hurmetin…
Nisileta ku ji kal-bavên xwe k’ulmeke axê stendine û bona wê cabdare…
Me Serk’eftin stendîye û em gerekê bibine lawên layîq, yên wan mêrxasa, k’îjana e’zmanê e’dil û mafê jîyîna li ser axa me dane… Welatê ku h’idûdên wî bi xwînêva hatine k’işandinê, gerekê nava serk’eftinada qewîn bimîne…
E’frandina “Arsaxa h’uba min” p’êşk’êşî mêrxasên şer’ê Arsaxê kirine.
Têk’st: Vahan Anrêasyan
Miqam: Art’ûr Grîgoryan
Diqedîne Art’ûr Grîgoryan”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button