CivakSereke

Mêrxasê welatê Sovyêtê Semendê Elî Sîabendov

Mêrxasê Welatê Sovêtê-Semende Elî Sîabendov, sala 1909-a li gundê Hesencanê, li qeza Qersê maleke K’urden êzdîda hatye dinyayê. Wê demê ew herêm dikete nava hidûdên dewleta Rûsîayê. Hela zarok bûye dest bi herba/şerê/ cihanêye ewlin dibe. Ew herêm dibe qada şerê osmanyan, rûsa, ermenyan. Zyaneke p’ir’ mezin digihîje K’urdên wê navçeyêye Êzdî. Malbeta wan jî t’evî h’emû êzdyan mal, milk’ û hebûna xwe dihêlin û bi undayên mezin Ava r’eş derbaz dibin, dir’evne Ermenistanê, gundekî êla Elegezê-Sengerê, li bal qewmên xwe cî dibin.Şorişa Oktobirê dawîya deshiletdarya împêratorya R’ûsyayê tînê. Leşkerên r’ûs herêmê dihêlin û vediger’ne welatê xwe. R’oma R’eş bi leşkerekî giran dikeve wê navçê. Desthilatdarya Ermenya nikare herêmê bi qewata xwe xweyîke. Ordiya T’irkan t’ev hêzên hemîdyan tên digihîjin heta gundên Êzdya, yên li p’ala çyayê Elegezê. Gelek Êzdiyan qir dikin. H’alê xelqê çiqas diçe dijwar dibe. Ji şêr, xelayê, nexweşyan, bêqanûnyê qira e’vda tê. Tenê pey qeydê Sovêtêr’a alîk’arî çê dibe. Paşê diçin bajarê Tilbîsê. Semendê biçûk li wir demekê paletyê dike, mekt’eba şevê, ku seva zarokên Kurdan yên sêwî û bêxwedîr’a vekiribûn, dixûne.

Sala 1928-a, bi înîsyatîva Erebê Şemo, k’omeke cahilên K’urd dişînine bajarê Lênîngradê xwendinê. Semend jî li nav wanda bûye. Ji pey xwendinêr’a vediger’e gundê xwe, li Senger’ê. Wê demê kadrên xwendî li nav k’urdada p’ir’ kêm bune. Pêşda li dibistana gund dersdaryê dike, paşê tê bijartin wek Sêkrêtarê ewlin, yê partya Komûnîstyêye li neh’îya Elegezê û parlamêntarê (dêpûtatê) parlamênta K’omara Ermenistanê… Welatê Sovêtêda h’ukumdarî tev destê hizba Komûnîstada bû. Her dera h’ukum ya Sêkrêtarê ewlin bû.Sala 1941-ê wî wek xebatçye partyayêyî payabilind, sêkrêtarê yekê dişînin bajarê Moskvayê xwendinê, bona xwendina li kursên sîyasî-hizbîtêyî bilind.Li wir jî dibihê, ku şer’ dest pê bûye, Almanya Faşîstyê hicûmî ser Yekîtya Sovêtê kirye, gund û bajara dişewitîne û e’cele pêşda tê. Hema ji wir jî, wek qumandarê hizbî-sîyasî dişînine pêşe’nya şêr’.Roja e’wlin heta dawya wê herba xezeb, ew alaya xweva bi mêranî, di nav agir, mirin û xûnê, qewlên zor û zemetr’a derbaz dibe. Tevî şerên bo Moskivayê, azadkirin û ji dijmin paqijkirina bajar’ê R’ûsyayêye Tûlaye, qezayên Kalûgayê û Biryanskê, K’omara Bêlarûsyayê, dewleta P’olandê dibe, digihîje R’ojava Pirûsya Gêrmanyayê. Li wir cava altindaryê û dawya şêr dibihên. Nava wan şer’ada ew gelek cara birîndar dibe, dik’eve nexweşxanên leşkerî, ji pey qencbûnêr’a dîsa vedigere pêşe’nya şêr’, digihîje alaya xwe.Ji bo e’fatyê, jêhatinê, mêranyê, cule’tyê, şureta serleşkeryê û emekê wîyî şexsîyî di serk’etina opêrasyonên dijî dijminda, Semend Syabendov du cara hêjayî ordênên Ala Sor dibe (salên 1943 û 1944-a), sala 1944-a ordêna Sûvorov, ya dereca duda didinê. Meha sibata dîsa wê sale hêjayî ordêna Şêr’e dereca yekê dibe…Nav-dengê şervanê K’urdî e’fat welêtda bela dibe.

24-ê adara sala 1945-a, duh meh berî altindaryê, bi qirarnivîsa Serokatya dewleta Yekîtya Sovêtê, ewlede gelê Kurd, şervanê navdar, padpalkovnîkê Ordya Sor Semendê Elî Sîabendov hêjayî r’ewa welatê Şovêtêda navê herî bilind, Mêrxasê Yekîtya Sovêtê dibe.Eva ne ku t’enê ji bo şexsê wî, lê ji bo t’emamya bi dehan hezara K’urdên wî welatî nav û rûmeteke mezin bû.Şedên wan sala gilî dikirin, ku ag’lêva sala 1945-a, be’sa wê bûyara kêfxweşyê digihîje xelqê neh’îya Elegezê…Dibêjin serokê neh’îya wanî berê, Semend Sîabendov hêjayî navê Mêrxasê Yekîtya Sovyêtê bûye. Gundê wî Sengerêda, li ber derê mala bavê wî şaynetîke mezin çê dikin. Xelqên k’urd û ermen, yên wê nehyê û nehyên dorê, dicivin, ji serokatya K’omarê, leşkerên payabilind ji Yêrêvanê tên, şaynetîke mezin çê dibe û nema rûmetêşêkirdaryê ya serokatya ordya Sovêtê, ku li ser nave bavê mêrxas hatibû şandinê, dixwendin…Ew neme belgekî dîrokîye. Têda derheqa mêrxasî, e’fatî û emekê lawê Kurd di şerk’arya dijî dijminda tê gotin. Neme bi van xeta dawî dibe: „…Razîbûn û sipasya mezin wer’a, Sîabend Alîêvîç, ku we, ewledekî hêjayî wek Mêrxasê welatê me mezin û perwerde kirye. Wera’ sehet-qewat û jîyana bextewar”.Ji pey şêr’r’a ew dîsa vedigere Ermenistanê. Birînên şêr kûr bûn. Mal t’unebû ku zyan nedîtibû. Gund û bajar xirav bûbûn. Dijwarî çiqas bêjî hebûn.Pêşyê Kommerkezya Partya Komûnîstyê, ya Ermenistanêda dixebite, paşê dîsa tê bijartin wek Sêkrêtarê e’wlin, yê neh’îya Elegezê. Neh’î bawarkî ya Kurda bû. Pirsgirêkên aborî, civakî, kûltûrî, sosyalyêye neh’îyê p’ir’ bûn. Serokê neh’îyê ji bo xweşkirina halê xeluê her tiştî dike. Sala 1950 li paytextê weletê Sovêtê Moskvayê Mekteba Hizbîye here bilind xilaz dike. Ji sala 1952-a ew wezîreta hukumata Ermenistanêda derbazî li ser k’ar dibe, berê wek cîgirê Wezîr, paşê serokê beşa kadra…Û usa heta dawya jîyana xwe.Sala 1989-a, heyştê neh salya xweda diçe ber dilovanya Xwedê. Sîabendov pêşewitîkî gelê xwe bû. Guhê wî t’im li ser jîyana komarêye kurdewaryê bû, wek mecalên xwe t’evî hatin-çûyîn, e’yd-e’refatên gelê xwe dibû.Sala 1960-î, bi veçêkirin û hazirkirina wî, destana „ Sîabend û Xecê „ hate weşandin, kîjan sala 1962-a bi ermenî jî hate wergerandin û weşandin.Poêma wî, ya bi navê „ Jîyana Bextewar”, sala 1966-a, wergera Ermenî jî 1969-a hate weşandin. Poêm hewaskare. Nivîskar, poêmêda, derheqa jîyana xweda gilî dike.Derheqa mêranya Mêrxasê Yekîtya Sovyêtê Semendê Elî Sîabendovda gelek stiran hatibûn hûnandin û li Ermenistanê dihatine stranê. Bi deha hezaran K’urdên weletê Sovêtê bi mêranî beşdarî Herba navbera Faşîstên Alman û welatê Sovêtê bûn. Wî şer’ê dijwarda bi hezaran hatne kuştin, seqet bûn, mal çûne ber mîratê, jin bî, zarok sêwî man, xwestin, miraz û merem ter’ibîn…Gelek jî bi ordên û medalên altindaryê veger’yan… Rojhilatzanê kurdî r’eh’metî, serokê para K’urdzanyê, ya Înstîtûta Rohilatzanyêyî berê Xalit Çetoyêv lêkolîneke p’ir’ giranbiha li ser vî babetî kirye û pirtûkeke delal bi zimanê rûsî weşandye.Di dîroka wê herbêda K’urda jî nave xwe nivîsîn… Lê ew dîrok bi steyrka zêr, ya Mêrxasê Yekîtya Sovêtê Semêndê Elî Syabendov xemilî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button
Close