H’emû nûçeSereke

Barzanî axavtinên hinek partîyayên sîyasîye hindava net’ewên kêmjimarda r’exne kirîye

Lîdêrê k’urd û serk’arê partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Me’sûd Barzanî axavtinên hinek partîyayêyn sîyasîye derheqa k’omên dînîye kêmjimar û net’ewên kêmjimare li K’urdistanê r’exne kirîye. “Ev yek bêhurmetkirina miletên kêmjimare li K’urdistanêye, ya ku xemgînîya k’ûr pêşda tîne”,-lîdêrê k’urd gotîye û konkrêt navê t’u grûpeke sîyasî nedaye. “Ez niha wê yekê îzbat dikim,wekî emê bi t’emamî k’omên êt’nîkî bip’arêzin.Ew beşeke cime’ta K’urdistanêne”,-serokê K’urdistanêyî berê gotîye û serda zêde kirîye,wekî mafê wana wê bêne xweykirinê.E’lametîya şuxulk’arê k’urdî sîyasî piştî wê yekê belav bû, wextê ku hinek partîyayên sîyasî, nava wanda usa jî Yektîya Niştîmanên K’urdistanê, net’ewên kêmjimar nava wê yekêda gunek’ar kirin,wekî ew her dem piştgirîya partîyake konkrêt dikin.Gotina wan ewe,wekî wek’îlên miletên kêmjimare li parlamêntê her dem piştgirîya partîya K’urdistanêye Dêmkoratîk dikin.Em bîr bînin,wekî nava parlamênta K’urdistanêda 111 cîne, ji k’îjana 11 parlamêntvan ji net’ewên kêmjimarin, pênc t’irkmên, pênc mesîhî t’omerî hildayî û yekî ermenî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button