Nava encamên t’eqîna li sûka bajar’ê Sûrîyaêyî Êl Babê, li bakûrê provînsîya H’elebê, merivek hatîye kuştinê û 2O jî birîndar bûne.Hatîye r’agîhandinê,wekî nava zyank’êşada jinek û çend zar’ok jî hene. T’eqîn wî çaxî qewimîye,wextê ku r’o diçû ava û li sûkê gelek meriv hebûn, k’îjana xurek dik’ir’în.Êl Bab 38 kîlomêtra dûrî H’elebêye û niha bin kontrola hêzên opozîsîyona Sûrîyayêdane, yên ku piştgirîya T’irk’îyayê dikin.Damişq cabdarîya êrîşên ç’ekdara datîne li ser T’irk’îyayê, ya ku h’etanî niha k’omên sîlih’kirî bêsîlih’ nekirine.
Herwiha kontr’ol bike
Close