SerekeSîyasî

K’urdên kakeyî yên ku hatibûne r’evandinê, nêzîkî Xaneqînê mirîtî dîtine

11-ê gulanê, du k’urd piştî r’evandina wana, wefatbûyî hatine dîtinê. Dehê gulanê Neberd Nasir û Xat’am Meh’med, yên ji k’oma dînîye kakaya bûn û ew wî çaxî fêrmayên xweda dixebitîn, k’omeke merivên nee’yan ew r’evandine.Wek’îlê polîsîyayê r’agîhandine,wekî ew meriv bi sîlih’ hatine kuştinê.Cinyazên wan meriva li Xaneqînê t’eslîmî cîyê doxtirîyêyî lênihêr’andinê kirine. Xaneqîn neh’îya k’urdaye, ya ku di navbera Herêma K’urdistanê û h’ukumata Îraqêda pirsa hevr’aqayîlnekirîye.Niha ew neh’yî bin kontrola Îraqêdane û nava van mehên dawîda li wir aktîvbûna DAÎŞ-ê tê t’exmînkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button