H’emû nûçe

Li Ermenîstanê nexwşên bi koronavîrûsê nava r’ojekêda bi 146 merivava zêde byne û gihîştîye 3538-a

Li Ermenîstanê nexweşên bi koronavîrûsê nava r’ojekêda bi 146 merivava zêde bûye û gihîştîye 3538-a.Derheqa wê yekêda merk’eza wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinêye kontrolkirina nexweşîya e’lam kirîye.Vê gavê 2O42 meriv qenc dibin, 33 313 têst hatine kirinê, ji nexweşa 143O meriv îdî qenc bûne. Ji wan nexweşa 47 meriv wefat bûne.11-ê gulanê li Ermenîstanê hejmara nexweşên bi koronavîrûsê 3392 meriv bûn.Em bêjin,wekî bo pêşîgirtina nexweşîya koronavîrûsê li Ermenîstanê r’êjîma h’alê qeydeder hatîye e’lamkirinê, ya ku wê h’etanî 14-ê gulana sala 2O2O-î berdewambe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button