H’emû nûçeSereke

Li Hewlêrê bona xebata bar’a û cîyê k’işandina nergîlê kar’antîn hatîye dirêjkirinê

Serokê qeza Hewlêrê e’mir kirîye ku bar’ û qawexanên bona k’işandina nergîlê gerekê neyêne vekirinê, h’etanî we’dê k’ifşkirî, çimkî ew we’de hatîye dirêjkirinê.Bi wî cûr’eyî usa jî serayên bona şahîya û byûroyên bona definkirina wê girtî bimînin.Çûyîn-hatina li cem nexweşaye li nexweşxana wê mînanî berê bê qedexekirinê. Îdarên mayîn gerekê anegorî xweykirina qanûnên pêşdak’işandî, bi maska û bi lepika, bixebitin. Ewên ku qanûna bit’er’ibînin wê li ser wan îşê meh’kemê vekin.H’ukumata Herêma K’urdistanê nehê gulanê îzin da, ku cêrge îdare destbi xebatên xwe bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button