H’emû nûçe

Li Polonîyayê dezgehek çê kirine, ya ku h’esab dike ku ji koronavîrûsê meriv dikare wefatbe yan na

Ulmdarên Polonîyayê dezgeha h’esabkirina wefatbûna ji koronavîrûsê çê kirine.Derheqa wê yekêda wek’îla merk’eza Pomoryêye ulmî Magdolêna Malara-Şçvîntonskayayê gotîye r’ojne’mevena. Bi gotina p’êşekzanê, ew dezgeh bi t’evbûna doxtira û vîr’ûsologa hatîye çêkirinê û bi wî dezgeheyî yaşê mêriv, qisimê mêriv û usa jî înformasîya derheqa nexweşîyên li cem mêrive k’ronîkda tên h’esabhildanê.Nava cêrga nexweşîyên k’ronîkdanin nexweşîyên dil, dereca xwîna bilind, dîyabêta şekir û p’enceşêr. Anegorî encamên têstkirinê, li cem merivê 3O-î salî, li cem k’îjanî nexweşên k’ronîk t’unene, qezîya wefatbûnê O,O3 selefe, li cem jina O,O2 selefe. Li cem merivê 8O-salî, heger dîyabêta şekir û p’enceşêr heye, qezîya wefatbûnê 25,86 selefe, lê li cem jina 14,O3 selefe.Anegorî h’esabên li dinîyayê, 282 h’ezar meriv ji koronavîrûsê wefat bûne.Merivên nexweş h’îmlî li ŞAY, Îspanîyayê û R’ûsîyayêne. Anegorî h’esabên wezîreta Bêlar’ûsêye saxlemîxweykirinê, hejmara nexweşa 23 9O6 merive, ji k’îjana 6531 nexweş qenc bûne, 135 meriv jî wefat bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button