SerekeSîyasî

E’rebên K’irkûkê bangî K’azimî kirine ku wana bona şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê bidine sîlih’kirinê

E’rebên K’irkûkê bangî serekwezîrê Îraqê Mistefa K’azimî kirine sîlih’ bidine wan ku ew bona şer’karîya dijî DAÎŞ-ê hazirbin. Em bêjin,wekî Lîga e’şîrên e’rebaye li K’irkûkê, xwe h’esab dike çawa wek’îla sunîyên K’irkûkê. Hema ewê jî ew e’lametî belav kirîye û gotîye, ku ew hazirin dijî DAÎŞ-ê şer’k’arîyê bikin. 16-ê cotmeha sala 2O17-a, eskerê Îraqê t’evî ç’ekdarên Îranêye Heşid Aş Şaabîyê k’etine têrîtorîyayên hevr’aqayîlnekirî û ji wir qewatên pêşmergên k’urd dane derxistinê. Ji wî çaxîda gelek cara me’lûetî hatine stendinê,wekî welatîyên k’urde li wir didine derxistinê û dewsa wana e’reba cîwar dikin, yên ku li malên k’urda cîwar dibin. Anegorî konstîtûsîya welêt, têrîtorîyayên hevr’aqayîlnekirî gerekê bi qewatên Beg’dayê û Hewlêrêye t’evayî bêne kontrolkirinê, h’etanî wî çaxî h’etanî ku xala konstîtûsîya Îraqêye 14O-î neyê mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button