H’emû nûçe

Li K’omara Ermenîstanê h’alê qeydeder bi mehekê jî hate dirêjkirinê, h’etanî 13-ê h’ezîranê

H’ukumata Ermenîstanê qirar qebûl kir, ku bi 3O-î r’ojîva h’alê qeydeder bide dirêjkirinê.Bi vî cûr’eyî, h’alê qeydederî pêşda e’lamkirî, h’etanî 14-ê gulanê bû, lê niha jî bi 3O-î r’ojîva hate dirêjkirinê û ewê h’etanî 13-ê h’ezîranê berdewambe.Nava pr’ojeyêda hatîye dîyarkirinê,wekî h’alê qeydeder bona wê yekê hatîye dirêjkirinê, çimkî hela hê qezîya bona jîyana binelîya heye û r’ûê wê yekêda h’emû qewilên jîyanê dikarin bêne t’er’ibandinê. Bo wê yekê jî h’ukumatê qirar kir ku h’alê qeydeder bi we’dê mehekê jî bide dirêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button