SerekeSîyasî

Li neh’îyên Dîyalêye hevr’aqayîlnekirî h’evt k’urd birîndar bûne

H’evt binelîyên k’urde e’dil nava du êrîşên cuda-cudada, yên ji alîyê DAÎŞ-da mîyasekirî, nêzîkî Xaneqînê û Baqûbê birîndar bûne. K’atibê pirêsayê, yê polîsîya provînsîya Dîyalê Nîhad Meh’med e’lam kirîye,wekî li gundê neh’îya Celavlê bomba bi dseta çêkirî t’eqîyaye, r’ûê k’îjanêda çar fêrmêrên k’urd birîndar bûne. Li cîheykî mayîn nêzîkî Baqûbê snaypêrê DAÎŞ-ê sê welatîyên başqe birîndar kirine.Ev neh’yî niha bin kontrola h’ukumata Îraqêdanin û li wandera êrîşên DAÎŞ-ê zêde dibin.Seroketîya K’urdistanê çendik-çend cara e’şaretî daye, ku diqewime DAÎŞ careke mayîn pêşda bê, bi t’aybetî li wan neh’îya, li k’îderê cime’ta li wandera bi p’ir’anî k’urdin û ew neh’yî di navbera Hewlêrê û Beg’dayêda nehatine hevr’aqayîlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button