H’emû nûçe

Dawîya vîr’ûsê ji pênc sala zûtir wê nebe:T’orosyan

Heger dermanê koronavîrûsê jî bê dîtinê, dawîya nexweşîyê wê ji pênc sala zûtir nîbe.Derheqa wê yekêda r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda, wezîrê Ermenîstanêyî saxlemîxweykirinê Arsên T’orosyan gotîye û serda zêde kirîye,wekî wextê qisa t’evî p’êşekzanên pênc welata, ew hatine li ser wê fikirê.Bi gotina wî, gerekê k’ûr bifikirin, çimkî ew h’alê pêşdahatî wê dirêj bik’işîne.T’orosyan gotîye,wekî gerekê jîyana nû çêkin, lê ne ku paşda veger’ine li ser ya kevin. “Merivên ku t’evî nexweş nava kontakêda bûne, em mêvanxwenada başqe nakin, ew bi xwe başqe dibin. Li cîyên mêvanxwenaye aza, em nexweşên bêyî nîşan cîwar dikin. Feqet, heger ev têmpa nexweşîyê wî cûr’eyî berdewambe, wî çaxî piştî deh r’oja nexweşên bêyî nîşan jî dikarin li malên xweda başqebin”,-wezîr gotîye.Wezîr daye dîyarkirinê,wekî gar’antîya t’une, ku mesele ew bi xwe nikare kal û pîrên xwe “bikuje”, bo wê yekê jî lazime qanûnên pêwîst xweykin. Arsên T’orosyan gotîye,wekî wê 119 k’om bêne sazkirinê, yên ji doxtira, xebatk’arên polîsîyayê û xebatk’arên wezîreta h’alên qeydeder, bona ku kontrolkin, ku merivên xwebaşqekirî ji cîyên xwe neçin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button