H’emû nûçe

Ji meha h’ezîranêda fir’înên kampanîya avîyasîyone Wizzair-ê dikarin bi t’emamî bêne dasekinandinê:Avînyan

H’etanî destpêbûna civîna parlamêntê, min bi têlêfonê t’evî wek’îlên kampanîya avîyasîyone Wizzair-ê xeberdaye û me t’evayî pirsa h’îmdanîna baza wan gotûbêj kirîye.Derheqa wê yekêda wextê civîna parlamêntê, cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan gotîye. “Em usa jî derheqa pirsa fir’înên avîyasîyonda bêjin. Bi qîmetkirinên meye pêşin wê yekê dikarin meha h’ezîranêda mîyaser bikin.Bêguman, ew yek qîmetkirina h’alva girêdaîye, lê qîmetkirina meye pêşin ewe, wekî wê yekê dikarin nîveka meha h’ezîranêda destpêkin”,-Avînyan gotîye. Çi ku derheqa vekirina sînorên li ser e’rdêdane, cîgirê serekwezîr gotîye,wekî t’evî welatên hevalk’ar ew pirs hela hê nehatîye gotûbêjkirinê, lê pêşer’oja nêzîkda wê derbazî wan pirsabin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button