H’emû nûçeSereke

ŞAY ce’dandinên serok Barzanîye bona yekbûna k’urdên Sûrîyayê bilind qîmet dike

Serokê Herêma K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî konsûlê ŞAY-yî sereke Stîvên Fêcîn qebûl kiîye.Hatîye dîyarkirinê,wekî wextê r’asthatinê fikirên dora sazbûna h’ukumata Îraqê hatine p’evguhar’tinê. Serok Barzanî piştgirîya xweye hindava kabînêta wezîraye bi serk’arîya serekwezîr Mistefa Al K’azimîda daye k’ifşê.Xeberdan usa jî derheqa dîyaloga amêrîkîya û îraqîyada, r’ola K’urdistanêye nava wê yekêda çûye.Herdu alîya jî derheqa heleqetîyên Hewlêrê û Beg’dayêda dane dîyarkirinê. Nêç’îrvan Barzanî careke mayîn derheqa girîngîya xweykirina yektîyê, konsêsûsê û qewînbûna li Herêma K’urdistanêda gotîye û usa jî derheqa h’alê r’ûê koronavîrûsêda pêşdahatî daye dîyarkirinê.Xeberdan usa jî derheqa êrîşên DAÎŞ-ye van axirîyada çûye û hatîye dîyarkirinê,wekî koalîsîyona bi serk’arîya ŞAY gerekê piştgirîyê bide qewatên îraqîya û pêşmerga.Xêncî wê yekê konsûlê amêrîkî ce’dandinên Barzanîye bona yekbûna k’urdên Sûrîyayê bilind qîmet kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button