SerekeSport

T’irk’îyayê qedexe danîye li ser fînansekirina klûba k’urdaye fûtbolêye ji alîyê hevaltîya “Huawei”-da

Li Şvêdîyayê sala 2OO4-a ji alîyê k’urdên Mêrdînêda k’oma fûtbolêye “Dalk’ûrd”-ê hatîye sazkirinê. Sedirê wê klûbê R’emezan K’izil daye zelalkirinê, ku bona çi hevaltîya çînîye Huawei-ê nexwestîye klûbê bide fînansekirinê.Bi gotina sedirê klûba k’urdî, welatên mînanî T’irk’îyayê, Sûrîyayê, Îranê û Îraqê naxwezin ku klûba k’urdî pêş bik’eve û bighîje açixîya.Bi t’aybetî T’irk’îyayê gavên konkrêt avîtine bona ku fînansekirina klûba k’urdî ji alîyê hevaltîya çînîda neyê fînansekirinê.Alîyê t’irka jantaj kirîye û e’şaretî daye hevaltîya çînî,wekî heger ew fînansekirina k’oma k’urdî berdewamke, ewê şuxulk’arîya beşa hevaltîyêye li T’irk’îyayê bidine sekinandinê.Bin h’ukumê alîyê t’irkada hevaltîya çînî ji fînansekirina klûba k’urdî paşda sekinîye. Nîşana k’oma k’urdîye fûtbolê hema ala k’urdîye, ya bi r’engên sor, sipî, k’es û zere û T’irk’îyayê gelekî biêşe, heger ev klûb nava meydana navnet’ewîda bighîje açixîya.Bo wê yekê jî sedirê klûbê R’emezan K’irmiz dibêje,wekî alîyê t’irka bi dijminatî nêzîkî wan dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button